Li Girê Spî 2 bombe teqiyan û 3 kes bûn qurbanî

Li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 2 bombe teqiyan û di encamê de welatiyekî sivîl û endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 2 bombe teqiyan û di encamê de welatiyekî sivîl û endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe canê xwe jidest dan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, bombeyek ji paşmayên DAIŞê di malekê de teqiya û xwediyê malê canê xwe jidest da.

Herwiha da zanîn jî, dema Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayiş) diçûn cihê bûyerê ji bo wî welatiyê sivîl rakin, bombeyeke din bi wan de diteqw û di encamê de endamekî Hêzên Ewlehiya Navxwe canê xwe jidest dide û 2 endamên din jî birîndar dibin.

Bajarokê Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê ser bi bajarê Reqayê ve ye. Çekdarên di meha Çileya 2014 derbasî wê bûn û meha  Hezîrana 2015an YPGê Girê Spî ji DAIŞê pak kiribû.

 

S. B