Leşker ê Îsrayîlê şerr ê seranserî ragehand li dijî Hemasê

Wek bersivek bo mûşek ên ji Xezze ve havêjtine Televîvê, Leşker ê Îsrayîlê ceng li dijî Bzav a Hemas a Felestînî ragehand.

K24- Hewlêr

Wek bersivek bo mûşek ên ji Xezze ve havêjtine Televîvê, Leşker ê Îsrayîlê ceng li dijî Bzav a Hemas a Felestînî ragehand.

Di tiwîtekê de, Efîxay Edreiy, berdevk ê leşker ê berevanî ya Îsrayîlê ragehand: Di niha de firoke yên Îsrayîlê destikrine  bi hêrişan bo ser tev pêgeh ên rêkxistî ya Hemas a terorist li seranser ê Kert a Xezzeyê.

 

Edreiy nivîsîye: Di demekê de Hemas ji batî hilbijartin a rêyekê ku xizmet bi xelk ê Xezze bike, rê ya terorê hilbijart. Lê bi vajî ya wan teroristan em hemû danîşvan ên kert a Xezze agahdar dikin ku ji bingeh û pêgeh ên Hemasê nêzîk nebin û xwe dûr bikin. Ev jî wek rênamayîyekê ye bo xwe paraztin a  xelkê Xezzeji wan hêriş ên Îsrayîl dike ser pêgeh ên Hemasê.