Serokê Iraqê encamên bizavên xwe ji Kurdistan24ê re eşkere dike

Fûad Mehsûm: Nabe bi ti awayekî mercên siyasî hebin û li gorî zanyariyên min, mercên Bexdayê nedestûrî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Iraqê Fûad Mehsûm encamên bizavên xwe ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexda, ji bo destpêkirina gotûbêjan bi mebesta çarekirina kêşeyan, ji Kurdistan24ê re eşkere kir û got: "Pêwîst e herdu alî biryarê li ser encamdana gotûbêjan bidin û kêşeyan çare bikin."

Fûad Mehsûm got: "Niha herdu alî ji bo destpêkirina gotûbêjan amade ne."

Mehsûm diyar kir, ku pêwîst e herdu alî bi riya destûrê kêşeyan çare bikin. Derbarê mercên tacîzî yên Bexdayê, Fûad Mehsum got: "Nabe bi ti awayekî mercên siyasî hebin û li gorî zanyariyên min, mercên Bexdayê nedestûrî ne."

Ev daxuyaniyên Mehsûm ji Kurdistan24ê re, berî vegera wî ji bo Bexdayê bûn.