Yildirim: Pirsgirêka Kurdan ligel MHP nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di konferansa rojnamegerî de, ku ji aliyên kenalên telewizyonî ve hevbeş hate weşandin, diyarkir ku, çarçoveya rêkeftina wan ligel Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) diyar e û namzetê xwe yê hevbeş jî, ji b o Serokomariyê eşkere kirin e.
Ligor Yildirim tu pirsgirêka dengderên Kurd ligel MHP nîn e. Metirsiya ku, Kurd deng nedin MHP jî nîn e.
Serokwezîrê Tirkiyê got ku: “Di nav sekna AK Partî û MHP de cudahiyek nîn e, heman nirxan diparêzin.
AK Partî ligel MHP di bin nave – Cumhur de, hevpeymaniya hilbijartinê pêkaniye.
C.B