Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê ji Almanya dike

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e diyalog li ser bingeha destûrê bê encamdan û em ji Almanya û civaka navdewletî dixwazin ku di vê çarçoveyê de alîkariya me bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Bazanî, li gel wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel civiya û piştî civînê di kongirekî rojnamevanî hevbeş de got: "Em sipasiya alîkariyên Almanya ji bo gelê Kurdistanê dikin" û behsa wan dijwariyan kir ku bi ser êzdiyan û mişextên destê DAIŞê de hatin.

Herweha got: "Em hatine vir, daku em pabendbûna xwe bi çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de bidin xuyakirin û em amade ne ji bo aramî û ewlehiyê li bin siya destûrê kêşeyan li gel Bexdayê çareser bikin û destûr wekî ku heye were bicîkirin".

Nêçîrvan Barzanî got jî: "Em rêzê li biryarên dadgeha federal ya Iraqê digrin û pêwîst e diyalog li ser bingeha destûrê bê encamdan û em ji Almanya û civaka navdewletî dixwazin ku di vê çarçoveyê de alîkariya me bikin".

Serokwezîrê Herîma Kurdistanê diyar kir ku "Niha em di qonaxa piştî DAIŞê de ne û em daxwaz dikin ku hemû alî hevkar bin ji bo avakirina navçeyên wêranbûyî û sipasiya Hikûmet û Perlemana Almanya dikin ku dema rahênana hêzên Pêşmerge dirêj kirin û bi hêvî me civînên me li gel berpirsên din yên Almanya berhemdar bin.

Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkil jî bicive û li gel wê hemû pirsên girêdayî Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Bazanî û wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel-Berlîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Bazanî û wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel-Berlîn