Pispor: Amerîka rê nade Tirkiyê êrîşî rojhilatê Firatê bike

Di vê babetê de pisporên Tirkiyeyê bûne du beş. Beşek dibêjin wê Tirkiye û Amerîka bo demkî lihev bikin û wê destûr nede ku Enqere operasyoneke pêk bîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî û daxuyaniyên rayedarên Amerîkî ku gotibûn em heta ewlehiya Kurdên Rojavayê pêk neyinin em ê leşkerên xwe venekêşin şandeyeke Amerîkî bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî John Bolton ji bo guftûgokirina mijara Sûriye û egera operasyoneke ser Rojhilatê Feratê hat serdana Tirkiyeyê. Di vê babetê de pisporên Tirkiyeyê bûne du beş. Beşek dibêjin wê Tirkiye û Amerîka bo demkî lihev bikin û wê destûr nede ku Enqere operasyoneke pêk bîne. Lê belê beşeke pispor jî dibêjin Washington PYDê wek nûnerên Kurdên Rojava dibîne ji loma jî wê ji vê serdanê encameke berbiçav dernekeve.

Karvedanên dîplomatîk yên biryara vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê berdewam dikin. Di van demên dawî de serdan û danûstandinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de jî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton, Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo Têkoşîna li dijî DAÎŞê James Jeffery û Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford serdana Tirkiyeyê dikin. Lê belê beriya serdanê daxuyaniyên Bolton û Pompeo li Enqereyê ji aliyê Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin û Wezîrê Bergiriyê Hulusî Akar ve rastî bertekên tund hat. Ev mijar û serdan ji aliyê derdorên polîtîk û pisporan ve ji nêz ve tê şopandin.

Li gorî hin pisporan Enqere û Washington wê li ser formuleke demkî lihev bikin û Enqere wê operasyoneke berfireh li ser Rojavayê Kurdistanê pêk neyne.

Akademîsyen Prof. Dr. Ilhan Uzgel di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Li gorî min ber bidawîbûna şerê navxweyî yê Sûriyeyê mijara herî sereke statûya Rojava ye. Awayê dixuye Emerîka, Rûsya û Sûriye li ser statûya Rojhilatê Feratê lihev kirine lê belê ast û naveroka statûyê hêj ne diyar e. Niha bi serdana Bolton Amerîka dixwaze formuleke demkî pêk bîne. Ew jî ev e ku wê Amerîka tam ji Sûriyeyê venekêşe û Tirkiye jî wê bi temamî nekeve Rojhilatê Feratê. Yanî dibe ku Enqere bes operasyoneke qismî pêk bîne. Ji loma jî di çarçoveya daxuyaniyên Trump, Bolton û Pompeo de divê Kurd zêde nekevin nav bendewariyên mezin.”

Berevajê vê tezê li gorî hin pisporan jî beriya hevdîtinan daxuyaniyên şandeya Amerîkî destnîşan dike ku wê ji vê serdanê tişteke berçav dernekeve.

Akademîsyen Prof. Dr. Sencer Imer dibêje: “Bi rastî biryara Trump ya vekişandina leşkerên Amerîkî ne bi dilê Bolton û Mattîs bû. Lewre ev kes baskê baz û şerxwaz yê Amerîkayê ne. Ev kes ji bo Kurdên Sûriyeyê û PYDê daxwaza statûyê dikin û herwiha PYD û YPGê wek nûnerê Kurdan qebûl dikin. Lê belê Tirkiye bi tu awayî vê yekê qebûl nake. Jixwe radestkirina Minbicê jî taktik bû. Ji ber van nakokiyên Enqere û Washingtonê li gorî min ji vê serdanê tu tiştekî dernakeve.”

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê Tirkiye û Amerîkayê wek du welatên hevpeymanê NATOyê bi hev re li dijî rêveberiya Şamê piştevaniya hêzên mixalîf dikirin. Lê belê piştî sala 2014an ku Washingtonê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞê de alîkarî da hêzên Kurdî vir ve peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê xirab bûbûn û ev piştgirî bûbû sedema aloziyên mezin. Niha jî tê gotin yan wê Tirkiye li gorî polîtîkayên Amerîkayê tevbigere û operasyonê nebe ser Rojavayê Kurdistanê yan jî wê li gel hebûna Amerîkayê operasyoneke pêk bîne û bi hêzên Amerîkî re rûbirû bimîne.