Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mûçeyên sê mehan diçe Bexdayê

Rêveberiya Pasporê li Silêmaniyê: Sê mûçeyên rêveberatiyên, Regezname, Pasporê, îqamê û Nivîsgeha Zanyariyan yên mehên sala derbasbûyî wê bên dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyeke Rêveberiya Pasporê li Silêmaniyê, îro şandeke Rêveberiya giştî ya regeznameyê ya Herêma Kurdistanê, bi mebesta wergirtina mûçeyên sê mehên sala derbasbûyî, serdana Bexdayê dike.

Rêveberiya Pasporê li Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de gotiye: "Sê mûçeyên rêveberatiyên, Regezname, Pasporê, îqamê û Nivîsgeha Zanyariyan yên mehên sala derbasbûyî wê bên dabeşkirin".

Rêvebirê pasporta Silêmaniyê emîdê mafperwer Salar Ebdella Mihemed  ragihand, ku îro komîteyek ji Rêveberiya giştî ya Regeznameya Herêma Kurdistanê, wê serdana Bexdayê bike, bi mebesta wergirtin û xerckirina mûçeyên mehên 10 û 11 û 12, yên sala 2017an".

Ev yek di demekê de ye, ew rêveberî ser bi Hikûmeta Iraqê ve ne û ev bûn çend meh bê sedem mûçeyên wan li Bexdayê hatiye rawestandin.

Di dema derbasbûyî de jî, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, çendîn car soza şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û vekirina firîngehan daye, lê heya niha sozên xwe bicî nekiriye.

N.O