Sûriyê Serkirdeyekî DAIŞê 2 caran tê kuştin

Serkirdeyekî DAIŞê 2 caran tê kuştin
Terorist Ebû Bekir Bin El-Hebîb El-Hekîm

K24 – Navenda Nûçeyan

Îstixbarata Leşkerî ya Iraqî kuştina serkirdeyekî DAIŞê yê binavê Ebû Bekir Bin El-Hebîb El-Hekîm di êrîşeke rêjîma Sûriyê de li nêzîkî sînorê Iraqê ragihand.

Îstixbarata Leşkerî ya ser bi Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ve ragihand, li gor zanyariyên Komîta Çaralî ya (Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyê) ku hêzên Sûriyê êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Reqa, Bokemal û gundê Deşîşe ya nêzîkî sînorê Iraqê encam ne.

Li gor wê daxuyaniyê, ku terrorist Ebû Bekir Bin El-Hebîb El-Hekîm yê Fransî û ji regeza Tunisî di encama wan erîşan de hatiye kuştin.

Tê zanîn, di Tebaxa 2016an de berpirsên Amerîkî kuştina Ebû Bekir Bin El-Hebîb El-Hekîm ragihandibûn.

Hat ragihandin, Ebû Bekir Bin El-Hebîb El-Hekîm berpirsekî DAIŞê bû û yek ji plandarêjê êrîşa 7 Çileya 2015an ya li ser rojnameya “Charlie Hebdo” ya Fransî bû, ku tê de 12 kes hatibûn kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.