“Aqilê darayî yê DAIŞê” reviya

Jêderekî ji parêzgeha Kerkûkê ragihand, ew kesê bi navê “Aqilê darayî yê DAIŞê” dihat naskirin, ji bajarokê Hiwêce reviya ye û ligel xwe çend dosyên girîng ên DAIŞê jî biriye, di nava wan dosyeyan de jî navên fermandarên DAIŞê hebûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji parêzgeha Kerkûkê ragihand, ew kesê bi navê “Aqilê darayî yê DAIŞê” dihat naskirin, ji bajarokê Hiwêce reviya ye û ligel xwe çend dosyên girîng ên DAIŞê jî biriye,  di nava wan dosyeyan de jî navên fermandarên DAIŞê hebûn.

Wî jêderî aşkere kiriye, ew kesê bi “Aqilê darayî yê DAIŞê” dihat naskirin ku nasnameya welatekî Erebî yê cîranê Iraqê pê re heye, bi yek carî winda bûye û dosyeyên girîng ên darayî û yên taybet ligel xwe biriye. Hin dosye jî taybet bi navên serkirdeyên DAIŞê ne.

Li gor axaftina wî jêderî ya ku ji medyayên Iraqî re kiriye, ew kes gelekî jî Ebû Bekir Bexdadî nêzîk bû, xaniyeke welatiyekê sivîl li Hiwêceyê (55 k.m li başûrê Kerkûkê) ji xwe re kiribû baregeh, ligel 4 endamên DAIŞê ku yek ji wan jin bû reviyane.

Herwiha wê jêderî gotiye, revîna girîngtirîn serkirdeyê DAIŞê yê darayî, derbeyeke mezin e ji DAIŞê re, ji ber ku karîna DAIŞê ya destragihêştina darayî nemaye ku piştevaniya proseya leşkerî ya wê rêxistinê bike. Herwiha DAIŞê piraniya jêderên xwe yên navxweyî û derveyî jidest da, ku niha zêdetir pişta xwe bi komkirina bacan ji xelkê navçeyên ku di bin destê wê de ne dibeste.

Heta niha qezaya Hiwceyê û navçeyên Reşad, Zab û Riyazê yên ser bi Kerkûkê ve di destê çekdarên DAIŞê de ne û ji ber operasyona kontrolkirina Mûsilê, hîna operasyona kontrolkirina wan dest pê nekiriye.