Serok Barzanî sipasiya helwesta hevseng ya Rûsya dike

Balyozê Rûsya li Iraqê: Giringiyeke taybet ya Herêma Kurdistan li cem Rûsya heye û em dixwazin berdewam kar li gel Herêma Kurdistanê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî sipasiya helwesta dostane û hevseng ya Rûsya federal kir û balyozê Rûsya li Iraqê girîngîdana welatê xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê da xuyakirin.

Îro serok Barzanî û balyozê Rûsya federal li Iraq li Hewlêrê civiyan û di civînê de, pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û rewşa siyasî ya navçeyê û dawîn pêşhatên siyasî û rûbrûbûna terorê hatin behskirin.

Balyozê Rûsya li Iraq Maxim Maximov, silavên taybet yên wezîrê derve yê welatê xwe gihande Serok Barzanî û bal kişand ser pêwendiyên dîrokî di nav Rûsya û gelê Kurdistanê de û got: "Giringiyeke taybet ya Herêma Kurdistan li cem Rûsya heye û em dixwazin berdewam kar li gel Herêma Kurdistanê bikin".

Herwiha diyar kir, ku ew bihêvî ne, pêwendiyên herdu aliyan bên pêşxistin û amadebûna kompaniyên Rûsî ji bo firehkirina pêwendiyên abûrî bi taybet di karta petrolê de, li gel Herêma Kurdistanê da xuyakirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasiya helwesta dostane û hevseng û riyalîzmî ya Rûsya federal kir, beramberî ew rewşa siyasî û astengiyên mezin ku di çend mehên derbasbûyî de, rastî Herêma Kurdistanê hatin.

Balyozê Rûsya li Iraqê, bi germî sipasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku parastina mafên kiristiyan û pêkhateyên din yên olî û netewî dikin.  

N.O