Hin ketîbeyên nêzîkî Tirkiyê bi navê Artêşa Azad dest bi êrîşa Efrînê kirin

Berî destpêkirina operasyona bajahî, artêşa Tirkiyê, navçeyên derdora Efrînê topbaran kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa nûçeyên Anadolê ya Tirkiyê belav kiriye, ku Artêşa Azad, dest bi operasyona bejahî ya Efrînê kirine, berî wê yekê jî artêşa Tirkiyê, navçeyên derdora Efrînê topbaran kir û îro hat ragihandin ku operasyona bejahî destpê kiriye.

Duh jî serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan, di heyama civîna xwe de li gel serkirdeyên partiya xwe (AKP)ê ragihand, ku operasyona Efrînê wê heya Minbic berdewam be.

Berpirsên pile bilind yên Tirkiyê bi awayekî berdewam tekez dikin, ku wan berî niha, her yek ji Amerîka û Rûsya li ser encamdana operasyonê haydar kirine.