James Jeffrey: Piştevaniya Amerîka ji Kurd re tektîkî û demkî ye

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey radigihîne, piştevaniya Washingtonê ji Kurd re tektîkî û demkî ye û tekezî li ser hevkariya bi Tirkiyê re dike, ji bo gihîştina bi çareseriyeke dawî li Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey radigihîne, piştevaniya Washingtonê ji Kurd re tektîkî û demkî ye û tekezî li ser hevkariya bi Tirkiyê re dike, ji bo gihîştina bi çareseriyeke dawî li Sûriyê.

Ev daxuyaniya James Jeffrey li Enqerê piştî civîna tîma kar a hevbeş a Amerîkî – Tirkî hat, ku her du aliyan pirsên girêdayî bi Sûriyê ji rojhilatê Firatê û ta Idlibê gotûbêj kirin.

Li ser nexşerêya Minbicê got: “Amerîka pabend e bi wê yekê, di nexşerêyê de, endamên PYD û YPGê, hem ji Encûmena leşkerî û hem jî ji Encûmena Medenî ên Minbicê de bên dûrxistin.

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê yekez kir jî: “Minbic bûye nimûneya aştiyê li Sûriyê, bêyî hevkariya xurt a Tirkiye û Amerîkayê, ti çareserî ji Sûriyê re nayê dîtin.”

Amaje bi wê yekê kir, bi hevkariya hevbeş dê nimûneya Minbicê li deverên din jî bê bicihkirin û heta li Idlibê jî.

Li ser danîna xalên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiye – Sûriyê, James Jeffrey got, armanc ji danîna wan xalan ew e, ji bo ewlehiya deverê û Tirkiyê ye û ji bo ji her du aliyan ve gule neyin teqandin.

Li ser piştevaniya Amerîka ji Kurd re, Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê got: “Em tim tekez din ku karê me bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ji bo şerê li dijî DAIŞê ye, ew karekî demkî û tektîkî ye.

Berî nêzîkî 10 rojan di civîna Kongressa Amerîkî ya derbarê siyaseta Amerîka li Sûriyê de, James Jeffrey gotibû: “Pêwendiyên me bi partiyên Kurdên Sûriyê re tektîkî û demkî ne, ji bo bidestanîna armancên her du aliyan ne. Armanca me her duyan jî têkşikandina DAIŞê ye.”

 

S. B