Parlementerên PDK: Nefta Kerkûkê bo Îranê tê şandin

Şaxewan Ebdula ragihand, ev dema şeş mehan e nefta Kerkûkê bo Îranê tê şandin û tu kesekî beramber vê yekê helwest nebû ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentara Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Iraqê Eşwaq Caf ji bo Kurdistan24 ragihand, hejmarek hêzan dest bi ser nefta Kerkûkê de girtiye, û wekî çavkaniyekê bo bihêzkirina xwe bikartînin. Got jî, Heyder Ebadî tevî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên çekdar e, lê desthilat bi ser wan hêzan de nîn e. Eşwaq Caf diyar jî kir, xelkê Kerkûkê rûbirûyî tawanên kuştin û revandinê bûn e.

Herweha Parlamentarê PDK li Civata Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ragihand, ev dema şeş mehan e nefta Kerkûkê bo Îranê tê şandin û tu kesekî beramber vê yekê helwest nebû ye. Got jî, bo vegerandina Pêşmergeyan bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, pêwîst e Kurd yekdeng bin û ew rewşa li ser Kerkûkê hatiye sepandin, red bikin .

 

C.B