Mesrûr Barzanî rêkeftineke nû bo Rojavayê Kurdistanê bi pêwîstî dizane

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê civiyan û dawî pêşhat û egerên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî terorê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 16. 01. 2019  Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Tîma Operasyonên Hevbeş yên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhat û egerên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan dawî pêşhatên taybet bi rewşa rojhilatê Firatê li Sûriyê hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de, Mesrûr Barzanî bi pêwîstî zanî ku rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de were kirin, ji bo mafê gelê xwe di guhartinan de bicih bikin.

Her di wê hevdîtinê de, behsa tevgera DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, Iraq û Herêma Kurdistanê de hatin kirin, ji bo rêgirî serîhildan û geşekirina grûpên terorist were girtin û aramî li Iraqê bi giştî û li navçeyên rizgarkirî bi taybet were peydakirin.

S. B