Îtalya Mela Kirîkar bi tometa terorê dadgeh dike

Biryar e sibe dadgeheke Îtalyayê li Roma Damezrênerê Ensar El-Îsalmê li Kurdistanê Mela Kirîkar bi tometa terorê dadgeh bike û eger e jî ew tawan li ser bê sepandin û bê zîndanîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe dadgeheke Îtalyayê li Roma Damezrênerê Ensar El-Îsalmê li Kurdistanê Mela Kirîkar bi tometa terorê dadgeh bike û eger e jî ew tawan li ser bê sepandin û bê zîndanîkirin.

Li gor rojnameya “Nettavisen” a Nerojî, desthilatên Nerojê aşkere kirin ku Îtalya bi tometa damezrandina rêxistineke terorê ya bi navê Tevgera Şax li Ewropayê bi armanca encamdana karên teroristî li welatên Ewropayê dadgeh bikin, lê ta niha Mela Kirîkar tevahiya wan tometan red dike.

Her li gor wê rojnameyê, Wezîrê Dadê ya Nerojî Per Willy Amundsen aşkere kir, heger dadgeha Îtalî Mela Kirîkarî bi tawanbar zanî dê Neroj wî radestî Îtalyayê bike û dê li wir bê zîndanîkirin.

Mela Kirîkar ku li Nerojê dimîne, li wî welatî bi bêhtir ji 30 tometên derbarê binpêkirina yasayên koçberiyê û piştevanîkirina rêxistinên terorê hatibû dadgehkirin.