Behmen Qubadî: Dem dema damezrandina dewleta Kurdistanê ye

Derhênerê Kurd Behmen Qubadî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê ji Stenbolê ragihand ku, ev mesele ne ya Barzanî ye. Meseleyeke neteweyî û Kurdî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Derhênerê Kurd Behmen Qubadî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê ji Stenbolê ragihand ku, ev mesele ne ya Barzanî ye. Meseleyeke neteweyî û Kurdî ye. Kurd divê reya xwe bidin vê tifaqê. Ez dibêjim em Kurd divê reya xwe bidin û beşdarî vê referandûmê bibin.

Derhênerê Kurd Behmen Qubadî li Stenbolê derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku dê di 25ê ÎLonê de li dar bikeve diyar kir, ew piştevaniya referandûmê dike. Wî got, niha pêdivî bi dewlete Kurd heye. Kurdistan dikare bibe qelbê mîhrîbana Rojhilata Navîn, loma pêwîst e hemû hizbên li Hewlêr û Silêmanî mil bidin hev. Herwiha Behmen Qubadî da zanîn ger îro Kurd li Iraqê nikaribin serxwebûna xwe ragihînin êdî nema dikarin heta sed salî jî bi ser bikevin.

Derhênerê Kurd Behmen Qubadî ji K24ê re jî wiha axivî: "Wisa bawer dikim ku Kurd gelekî dereng jî ketin. Kurdan di tarîxê de gelek xeletî kirin. Kurdan tu carî berê xwe nedan serxwebûnê. Ev mesele meseleyek Kurdî ye, mesele bi navê şexsê Barzanî nîn e. Kurd keştiyek in wek keştiya Nûh. Kurd li jêrê ne. Li ser jî 7-8 kes diyar in. Yek mirov jî kapîtan e ew jî Mesûd Barzanî ye."

Derhênerê Kurd Behman Qubadî ragiahand Kurdan qet tevcawizî mafên tû kesî nekiriye, lê Kurdan her zilm dîtiye. Tirk divê bizanibin baştirîn dostê wan ew Kurdên dê bibin cîranên wan in. Îran jî divê bizanibe dostê baştirîn Kurdistan e.

Behmen Qubadî dibêje: "Ji şerê Iraqê wek mînak didim. Dema DAÎŞ li şîa bixe dikare biçin Îran, biçin Lubnanê. Eger li sûniyan didin ew jî dikarin biçin Siûdî Arabiya û Dewletên Îmaratê, eger li Kurdê bêbext bidin hîç cihek nîn e ji bo wan ku biçin. Kurd divê îro bibin malekê. Ger nebe xiyaneke mezin e ku Kurd wê bi destê xwe bikin. Min wek Kurdê Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakûr divê em hemû yekdeng bin û malê dirûst bikin."

Behman Qubadî daxwaz kir ku çi kêşeyên hizbên Kurdî hebin pêwist e bihêlin piştî referandûm an jî piştî serxwebûna Kurdistanê.

Behmen Qubadî got jî: "Ez dixwazin bi passaporta Kurdî nefesekê bikêşim. Wek hunermendekî Kurd fîlman dinêrim, lê hîç festîvalek qebûl nake. Her dinivîsin derhênerê Îranî Kurd, derhênerê Kurdî Tirkiya. Xelas... Du sal emrê me nema. Yek carê em dixwazin bi navê Kurd nefesekê bikêşin. Bila Kurd vî welatî dirûst bikin em hunermend jî dirûnin jê re xizmetê bikin."

Herwiha derhênerê Kurd Behman Qubadî xwe wek Kurdek aware yê Îranî bi nav kir û got; eger biryara Kurdan ya serxwebûnê bê nasîn ew ê karibe 9 salên xwe yên li xerîbiyê ku êş û jan kişandine bike fîlm û bi dinyayê bide zanîn bê ka Kurd kî ne.