Kofi Annan koça dawî kir

Annan welatiyekî Xana ye û ji sala 1997an heya 2006an, sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî bû, di sala 2006an de, Xelata Nobel di warê aştiyê de wergirt.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro sikirtêrê berê yê Netewên Yekgirtî Kofi Annan di 80 saliya xwe de koça dawî kir.

Annan welatiyekî Xana ye û ji sala 1997an heya 2006an, sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî bû, di sala 2006an de, Xelata Nobel di warê aştiyê de wergirt.

Di sala 1938an de, li bajarê Kumasî li welatê Xana ji dayik bû, navê Kofi Annan lêkirin, ji ber ku di roja Înê de jidayik bû, û Kofi wateya roja Înê ye, herwiha Annan wate kesê çarem, ew jî di nav hejmara xuşk û birayên xwe de yê çarem bû.

Navê hevjîna wî (Nani Annan) e û sê zarokên wî ji wê hene.

N.O