ENKS reftarên çekdarên Opozisyonê li Efrînê şermezar dike

ENKS: Vê dawyê giûpên çekdar, serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê Ehmed Şêxo, revadin û eşkence kirin û piştî ku ew serbest berdan, wî ji ber birînan canê xwe jidest da.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê ragihand, ji dema ku girûpên çekdar di bin navên cuda de ji bo piştevaniya Artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bûn, wan dest bi reftarên gellekî xirab û dûrî mirovatiyê li dijî welatiyên Kurd li Efrînê kirin, ji talankirin û revandin û diziyê heya bi guhertina demografî li wê deverê.

ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku reftarên wan girûpên çekdar, di demekê de dibin ku civaka navdewletî bêdeng e, heya ku vê dawiyê wan çekdaran dest bi kuştina sivîlan jî kirin.

Di daxuyaniyê de ENKS dibêje: Vê dawyê giûpên çekdar, serokê Encûmena Xwecihî ya bajarokê Şiyê Ehmed Şêxo, revadin û eşkence kirin û piştî ku ew serbest berdan, wî ji ber birînan canê xwe jidest da.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye: Ku berpirsê yasayî li ser wan reftaran Artêşa Tirkiyê ye, ya ku li hemberî wan tawanan bê deng e. Herwiha ENKS daxwazê ji Hevpeymana Niştimanî ya Opozisyona Sûryê dike, ku wan kiryaran şermezar bike û xwe ji wan girûpên çekdar bêrî bike.

N.O