Însiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê li Enqerê hevdîtinên dîplomatîk pêk tîne

kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Însiyatîfa Piştevaniya Serxwebûna Gelê Kurdistanê ya ku li Diyarbekirê hatibû avakirin pêşî ji bo parlamenterên Kurd yên di parlamentoya Tirkiyê de ne nameyek şandibû niha jî li Enqerê Bi dam û dezgehên civakî û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tîne. Rêveberên Însiyatifê di hevdîtinên xwe de daxwaz ji dam û dezgehan dike ku çavdirêya Refereandûma Gelê Kurdistanê bikin.

Însiyatîfa Piştevaniya Serxwebûna Gelê Kurdistanê li Diyarbekirê ji aliyê Çend rêxistinên sivîl yên ku piştevaniya Referanduma Serxwebûna Gelê Kurdistanê dikin hate avakirin. Vê însîyatîfê nameyak ji bo parlamenterên Kurd yên di parlamentoya Tirkiyê de ne şandibû û daxwaza piştevaniya Referandûmê kiribû. Piştî şandina nameyan, şandeyek ji însiyatifê hate Enqerê û xwest bi dam û dezgehên civakî û partiyên siyasî re ji bo piştgiriya Referandûma gelê Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê û endamê Însiyatîfê Mustafa Ozçelîk derbarê hevdîtinên xwe de agahî dan û got ew dê li Enqerê bi hemû partî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan pêk bînin û dê hewl bidin ku piştgiriya bo Refarandûmê zêdetir bikin.

Endamê Însiyatîfê û Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re wiha got: "Di van xebatên xwe de em dixwazin piştgiriya raya giştî ya Tirkiyê ji bo Referanduma başurê Kurdistanê geştir bikin. Bi kêmanî ew ê ku li dij in, ew ê ku helwesta xwe na li hemberî refarndûmê nişan didin em bikaribin helwesta wan sisttir bikin, bi kêmanî bêalî bikin û piştgiriya referanduma serwxebûnê di aliye Kurdan de xurttir û geşttir bikin."

Şandeya Însiyatifê ku ji serokên partiyên Kurdistanî û kesayetên navdar pêk tê hevdîtina xwe ya pêşîn bi Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Tûrkdogan re kir.

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Tûrkdogan  got: "Di çerçoveya ku gel bixwe pêşeroja xwe tayîn bikin, em dibêjin mafê gelê Herêma Kurdistanê heye ku referandumê bike. Em jî piştgiriyê didine. Eger pêşniyazeke fermî werê ji bo çavdêriya referandûmê em ê wê yekê binirxînin."

Perpirsê Hereketa Azadî'yê û endamê Însiyatîfê Sitki Zîlan got: "Em dan û standinan dikin, ne ku em tiştekî li ser wan ferz dikin, em derde gele Kurdistanê Îzah dikin dibe ku biraderên me ji ber şert û mercên Tirkiye negihîjin her derî, her saziyê. Em jî rola xwe ya tarîxî dibe bileyzin."

Însiyatîfê piştre bi Yekitiya Pizîşkên Tirkiyê re jî hevdîtinek pêk anî û daxwaza piştgiri û çavdêriya referandûmê kir. Însiyatîf piştî hevdîtinên xwe yên bi dam û dezgehên medenî re dê bi serokên partiyên siyasî re jî ji bo piştgiriya Refarandûma Gelê Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne.