Dalkurd dîsa wekhev ma 1:1

K24 – Navenda Nûçeyan

Dalkurd di lîstika xwe li male li hember Falkenberg 1:1 ma. Ji bo vê encamê jê, di destpêkê de spasî golparêzê xwe Frank Petersson û golkarê xwe Richard Yarsuvat bike. Bi taybetî di beşê yekem ê maçê de Petersson çendîn metirsiyên Falkenberg hemberî gola xwe bêencam derxistin û bi gola xwe ya di beşê duyem de Yarsuvat Dalkurd vê care ji wendakirinê rizgar kir.

Dalkurd hemberî Falkenberg nikare lîstika xwe ya normal birêve bibe. Falkenberg a ku yek ji sê tîman e ku serkeftin hemberî Dalkurd bidest xistî, carek din nêzîk bû ku bi serkeftin maçê bidawî bîne. Heta xûleka 55an maç bi 1:0 li pêş dibir.

Dalkurd di beşê duyem ê maçê de hat ser xwe, li ber xwe da ku bi serkeftinê maçê encam bide, lê hewlên Dalkurd têrê nekirin. Maç 1 : 1 bidawî hat.

Golên maçê weha hatin.

Dalkurd FF–Falkenbergs FF: 1–1 (0–1)

0–1 (39) Richard Donkor,  Falkenbergs FF

1–1 (56) Ricky Yarsuvat, Dalkurd FF