Amerika 2 şirketên Tirkiye xist Listeya Reş

Wezareta Gencîneyê ya Emrika 2 şirketên Bazirganî yên Tirkiyê û 25 Bazirgan, xistin Listeya Reş

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Gencîneyê ya Emrika 2 şirketên Bazirganiya Tirkiyê û 25 Bazirgan,  xistin Listeya Reş

Ligorî  Nûçeya Dengê Emrika Wezareta Gencineyê ya Emrika,  li dijî 2 şirketên Bazirganiya Tirkiyê û 25 Bazirganan, bi henceta pêwendî ligel Pasdarên Iranê heye,  xistin Listeya Reş.

Nûçe di malpera Wezareta Gencîneya Emrika de jî hatiye weşandin, ku dibêje: Şirketek ku navenda wê li Tirkiyê, Îran û Yêkitiya Emiratê ye û ligel Şaxên wê û 25 Karmendên wê ketine Listeya Reş.

Saziyên ku di nav hedefên reşkirina Emerika de ye, hejmarek banke û hin dezgerên aborî jî hene.

Ligor Nûçeya Wezareta Gencineya Emrika, li Stenbol 2 şirketên pere guhartinê jî, di nav de, li gel Welatiyek Îranî û welatiyek Tirkî jî, dinav dorpêçê de cîh digrin.

 

 

C.B