YPG firokeyeke bêfirokvan li Efrînê tîne xwarê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne ku wan firokeyeke çavdêriyê yê artêşa Tirkiyê xiste xwarê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bixwe li ser wê firokeyê îmze kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne ku wan firokeyeke çavdêriyê yê artêşa Tirkiyê xiste xwarê ku Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bixwe li ser wê firokeyê îmze kiribû.

Navenda Ragihandê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, îro şervanên wê karîn firokeyeke bêfirokvan ji cureya Bêreqdar li gundê Qude yê navçeya Raco bînin xwarê, ku wê firokeyê du mûşekên ku ji dûr ve tên arastekirin hilgirtibû.

Herwiha Navenda Ragihandina da zanîn ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bixwe ji berî çed roja li ser wê firokeyê îmze kiribû.

Di heman de demê de YPGê jî vîdyoyek belav kir, tê de firokeyek ketiye xwar diyar dibe.

Her îro, Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku şervanên wan ji yekem roja êrîşê û ta îro, 2 helîkopter, 2 firokeyên bê firokvan, 51 zirîpoş, tank û otombîlên leşkerî bi awayekî temam teqandine û 15 wesaitên leşkerî (zirîpoş, tank û otombîlên leşkerî) yên din jî bêbandor kirine.