McGurk: Operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê rast nabînin

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk radigihîne, ew rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk radigihîne, ew rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.

Brett McGurk di Korbenda Dohayê 2018an de derbarê pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de bersiva rojnamevanan da.

Brett McGurk got, Amerîka bi Tirkiyê re kar ji bo nehîştina metirsiyên wê li ser sînor dike. Ew di ber parastina ewlehiya hevpeymên xwe yên NATOyê de berpirs in û ew rast nabînin ku Tirkiye operasyonekê li bakurê Sûriyê encam bide.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telefonî encam dan. Li gor daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê, “Erdogan û Trump hevkariyeke nû, jinavbirina terorê û pirsgirêkên ewlehiyê yên li Sûriyê.” gotûbêj kiribûn.

Derbarê şerê li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihand, ew niha tenê tekeziyê li ser bidawîanîna DAIŞê dike, dibe ku çend mehên din ew yek bicih bibe.

Aşkere kir jî, 40 hezar çekdarên DAIŞê ji tevahiya welatên cîhanê hebûn, lê niha tenê navçeyek biçûk li rojhilatê çemê Firatî di destê wê rêxistinê de maye.

Her di vê çarçovê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Erkê Hevpeymaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê nayê guhartin. Em operasyonên xwe yên normal birêve dibin, herwiha kar li xalên çavdêriyê li ser sînor berdewam e.”

 

S. B