Nivîskar û helbestvan Rênas Jiyan hate binçavkirin

Li gor dazanîna hevjîna wî Esma Avci, Renas Jiyan îro danê sibê li mala xwe ya navçeya Baglarê ya bajarê Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor dazanîna hevjîna wî Esma Avci, Renas Jiyan îro danê sibê li mala xwe ya navçeya Baglarê ya bajarê Diyarbekirê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Esma Avci diyar kir ku, Renas Jiyan di çarçoveya operasyonên dijî mamosteyan de hatiye binçavkirin û li Rêvebergeha Ewlekariya Diyarbekirê lêpirsîn jê tê kirin.

Ji aliyekî din ve, Rêvebera Weşana Giştî ya Kovara Zaremayê û Nivîskar û Wergêr Fahrîye Adsay ku 25ê Îlonê de hatibû binçavkirin, îro hate berdan.

Rênas Jiyan di sala 1974'an li Mêrdîn-Qoserê ji dayik bûye. Herwiha di 2002'an de hat girtin û piştî wê hat sirgûnkirin. Rênas Jiyan di helbesta Kurdî de xwediyê cîhekî giring e.