Amerîka hejmarek ji karmandên ji Iraqê vedikişîne

Amerîka biryar da, hejmarek ji karmandên xwe li nûnertiya xwe li Iraqê vekişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka biryar da, hejmarek ji karmandên xwe li nûnertiya xwe li Iraqê vekişîne.

Wezareta Derve ya Amerîka ferman derkir, karmendên nûneratiya xwe li Iraqê yên pêwîstî bi mana wan nîn e, vegerin Amerîka.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê sedema wê biryarê vedigerîne wê yekê, ku mîlîşyayên Iraqî li ser welatiyên Amerîka û welatên rojava û berjewendiyên wan gef in.

Hevdem jî, Wezareta Derve ya Amerîka dana vîzeyê li nûnertiya xwe li Iraqê rawestand.

Ev di demekê de, pêştir Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana xwe bo Iraqê de, bi aşkere ji berpirsên bilind ên Bexdayê re ragihand, kontrola mîlîşyayên nêzîkî Îranê ne bikin.

   

S. B