Di êrîşa Îsraîlê de 12 Îranî li derdora Şamê hatin kuştin

Di encama êrîşa duhî ya Îsraîlê li ser bingehên Îranî li Sûriyê 21 kes hatin kuştin û 12 ji wan pasdarên Îranê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşa duhî ya Îsraîlê li ser bingehên Îranî li Sûriyê 21 kes hatin kuştin û 12 ji wan Pasdarên Îranê ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî 3 refên firokeyên şer ên Îsraîlî êrîş birin ser bingehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li başûrê Şamê, derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, navçeya Kiswêderdora firokxaneya Sehlê li nêzîkî bajarê Siwêdayê.

Da zanîn, di encama êrîşê de 6 leşkerên Sûrî û 15 çekdarên biyanî hatin kuştin ji nava wan 12 Pasdarên Îranê bûn. Herwiha ziyaneke madî ya mezin gihîştiye wan baregeh û komgehan.

Ev êrîşa duhî ya Îsraîlê li ser baregehên hêzên Îranî li Sûriyê, hevdem e bi daxuyaniya Wezîrê Îstixbarat û Veguhastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ku got: “Siyaseta me hat guhartin û niha rûbirûbûna me bi Îranê vekirî ye û heger pêwîst bike ew rûbirûbûn tundtir bikin, dikin.”

Heriwha Wezîrê Anerjiyê yê Îsraîlî Yuval Steinitz gefê li Serokê Sûriyê Beşar Esed dixwe, heger rê bide Îranê hebûna xwe li Sûriyê bisepîne, dê wê têxin “Lîsta Xeternek”

 

S. B