Geştiyarkar: Dixwazin geştiyarên Kurdistanê bên Wanê

Geştiyarkarên li Wanê radigihînin ku ew dixwazin û hewlan didin ku ji Kurdistanê jî berê geştiyaran bidin Wanê.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Wan, bi taybetiyên xwe bala geştiyaran dikşîne lê bi taybet jî mezintirîn gola li Kurdistastanê, Behra Wanê teşeke balkêş û xwerû dide xwezaya Wanê. Di salên dawî de jî bajêr bi geştiyarên ku ji Îranê tên dikeve rjeva geştiyarî. Geştiyarkarên li Wanê radigihînin ku ew dixwazin û hewlan didin ku ji Kurdistanê jî berê geştiyaran bidin Wanê.

Bajarê Wanê bi gelek aliyên xwe ji bo geştiayarî balan dikşîne, lê teşeya ku gola Wanê dide bajêr, Wan dike alternatîf ji bo ciyên geştiyarî yên qeraxên behre. Gola Wanê ji ber mezinbuyîna xwe wek deryaçe, yan jî behrekî jî tê nasîn û di salên dawî de, her diçê ramedanên bi vî rengî jî zêde dibin. Plaja ku li navçeya Artemêtê hatiye çêkirin û projeyên tên birêvebirin jî destnîşana vê hewldanê ye.

Engîn Pîşkîn, karê xizmetên ger û geştiyarî dike û ji grûbên ku ji derveyî Turkiyeyê tîne, heta yên ji nav Turkiyeyê re xweşiyên li hewildoriya gola Wanê nişan dide. Engîn Pîşkîn, balê dikşîne ku hewldanên wan yên li Îranê berhemê xwe daye û bi girseyî geştiyar ji wir tên Wanê. Pîşkîn radigihîne ku Wan ji bo welatiyên li Kurtdistanê jî guncav e û dê hewla ku ji wir jî gştiyaran bînin bidin.

Engîn Pîşkîn: "Ev der ji bo geştiyarên ji Kurdistanê, ciyekî gelek guncav û xweş e. Bi Îranê re piştî hewldanên me hêjmar zêdebû. Emê rêvebirên kompanyayên ji Kurdistanê vexwînin vir û biçin bi wan re pêwendiyan deynin û geş bikin. Em dixwazin ji Kurdistanê jî geştiyar geştên xwe li Wanê derbas bikin."

Geştiyarkar balê dikşînin ku xweşkirina zemînên hatin-çuyînê jî tesîreke mezin li ser geştiyarî dike û daxwaz dikin ku hem seferên balafiran ji bo Kurdistanê bên destpêkirin, hem jî deriyên pêwendîdar bên vekirin û zêdekirin.

Rerşat Yêşîlagaç jî li Wanê xwediyê otêlê ye û radigihîne ku, Behra Wanê bandoreke mezin li ser hetina geştiyaran dike û tîne ziman ku hêjmara wan kêmbin jî ji Kurdistanê jî geştiyar serdan li Wanê dikin. Lê ew dixwazin ku ew Hêjmar zêde bibe û ji bo danasînê jî dê hewlan bidin.

Reşat Yêşîlagaç: "Em hez dikin ku ji Kurdistanê jî gştiyaran bînin, ji berk u Behra me gelek xweş e, weka ku diçîn Antalyayê wan deran, em dixwazin bên Wanê. Em plansazî dikin ku bicine Kurdistanê û çaverêne ku pêwendiyên Turkiye û Kurdistanê jî başbibin. Ez bawerim em biçin û danasîneke baş bikin dê gelek geştiyar werin."

Rêvebirên otel û saziyên geştiyarî yên li Wanê radigihînin ku ger aloziYên li Turkiyeyê û Serhedê nemînin û pêwendiyên Turkiye û Kurdistanê baş bibin dê ji bo karhêsanî û derfet peyda bibe.