Li navçeya Cizîrê Lehî rabû û tirimbêl ber avêketin û 2 welatî mirin.
K24- Hewlêr
Li Navçeya Cizîra Botan ji ber barina barana dijwar, çem û rubar fûryan û zerer û ziyanek mezin giha, mal û milkê welatiyan.
Ji encama rabûna lehiyê, tirimbêlek ku 4 welati di tê de bûn, ber lehiyê ketin û 2 Jin mirin.
Di encama lêgerina grupên hewarhatinê de, termên wan nêzî 1 km ê dûr ji cîhê bûyêrê, hatin peyda kirin.
Termên herdu jinan rakirin Morga Nexweşxaneya Cizîrê.
Bajarê Cizîra Botan, ku kete bin avê, welatiyan demên zehmet bûrandin û sedema vê yekê jî, bi kêmasiya xizmeta binasazî ya Qeyuman ve, girêdê diden