Artêşa Tirkiyê 20 westgehên telefon û Internetê li Efrînê jinav birine

Artêşa Tirkiyê birc û westgehên pêwendiyên telefûnî li Efrînê teqandine û hemû serverên Interneta taybet yên kompanyayên Tirkî yên ku xizmeta Internetê didan Efrînê jî li ser Efrînê birîne, ji bo ku pêwendiyên xelkê Efrînê bi cîhana derve nemîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Efrîn

Artêşa Tirkiyê birc û westgehên pêwendiyên telefûnî li Efrînê teqandine û hemû serverên Interneta taybet yên kompanyayên Tirkî yên ku xizmeta Internetê didan Efrînê jî li ser Efrînê birîne, ji bo ku pêwendiyên xelkê Efrînê bi cîhana derve nemîne.

Hevserokê Rêveberiya Peywendiyan li Efrînê Azad Mihemed li sera birîna telefonan li Efrînê ji K24ê re wiha axivî: “Ta niha nêzîkî 20 westgehên her du hêlan Syriatel û MTN li Efrînê hatine jinavbirin, yan ji aliyê toxaneyê yan ji aliyê firokayan hatine armanckirin. Herwiha ta niha 7 navendên pêwendiyan li Efrînê hatine jinavbirin.”

Welatiyê bi navê bavê Rodî jî got: “Telefon û Internet hemû li ser me hatiye birîn. Ma ji bo çi hêlên telefona li ser me qut dikin? Em nikarin bi merivekî xwe re deng bikin, ne karin bi Heleb û Ewropayê deng bikin.”

Welatiya bi navê Diya Ciwan jî dibêje: “Wek ku yekî tî ye û av li ser hatiye qutkirin. Merivê me li hemû deveran hene dixwazin bizanin rewşa me çawa ye û çi bi serê me hatiye û ci li Efrînê dibe. Niha rewşa bûye wek kesekî bixî kortekê û li ser bigirî.”

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji 20 meha Çileya bûrî ve li ser Efrînê berdewam e, ji bilî aramanckirina gund û navçeyên sivîlan, ta niha jêrxaneya xizmetguzariyê armanc dike ku nêzîkî 20 birc û westguhên telefon û Internetê jinav birine û pêwendiya Efrîniyan bi cîhana derv re biriye.