Hungarya hejmarên serbazên xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike

Birîkarê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn piştî civîna ligel şandeke artêşa Hingaryayê de ragihand, di civînê de guftûgo li ser piştevanî û hevkariya artêşa Hingaryayê ji hêza Pêşmerge re hate kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Birîkarê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Serbest Lezgîn piştî civîna ligel şandeke artêşa Hingaryayê de ragihand, di civînê de guftûgo li ser piştevanî û hevkariya artêşa Hingaryayê ji hêza Pêşmerge re hate kirin.

Şandeke artêşa Hungarya bi serokatiya Supasalarê Hingaryayê Korom Ferenc ligel Wezareta Pêşmerge civiya. Serbest Lezgîn piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, şanda Hingaryayê tekezî li ser soza berdewambûna hevkariyên ji hêza Pêşmerge re kir. Got jî: “Hingarya ji bo dermankirin Pêşmergeyên birîndar ên di şerê DAIŞê de hevkarî kiriye.”

Ji aliyê xwe ve, Supasalarê Hingaryayê Korom Ferenc ragihand, Parlemantoya Hingaryayê biryar daye di hevkariya hêza Pêşmerge de berdewam be û rahênan û perwerdeyê pê bikin.

Got jî: “Hejmara serbazên xwe ji bo 200 serbaz zêde dikin. Herwiha di dabînkirina çek û teqemeniyê ji hêza Pêşmerge re jî berdewam dibin.”

Hingarya yek ji welatên endam ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û di heyama bûrî de bi riya şêwemendên serbazê rahênan bi hêza Pêşmerge kiriye û hevkariya serbazî jî gihandiye Herêma Kurdistanê.

 

 

S. B