John Bolton: Divê civaka navdewletî guhê xwe bide daxwazên Kurd

Balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî John Bolton derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, ew piştevaniyê li gava Herêma Kurdistanê dike û dibêje dema wê hatiye ku gelê Kurdistanê dengê xwe bigihîne cîhanê û divê civaka navdewletî guhê xwe bide daxwazên Kurd.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Netewên Yekgirtî John Bolton derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand, ew piştevaniyê li gava Herêma Kurdistanê dike û dibêje dema wê hatiye ku gelê Kurdistanê dengê xwe bigihîne cîhanê û divê civaka navdewletî guhê xwe bide daxwazên Kurd.

John Bolton ji K24ê re got: “Piştevaniyê li vê gava Kurd dikim ku referandûmê bi rê ve bibe, di baweriya min de dema hatiye ku gelê Kurd dengê xwe bigihîne cîhanê û divê civaka navdewletî guhê xwe bide daxwazên. Pêwîst e cîhan rêzê li encamên referandûmê bigire. Wezareta Derve ya Amerîka her dem ligel yekperçeyîya Iraq bû, lê di rastiyê de yekperçeyîya Iraqê nemaye û Kurd ji zû ve serbixwe ye.”