Bahçeli: Yunanî bila bapîrên xwe bînin bîr a xwe
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) Dewlet Bahçeli di civîna şêwrimendî ya Partiya xwe li Izmirê de gef li Yunanistanê xwar.
Bahçeli got: “Yunanistan ji filmê nasandina me dilgiran bû ye. Jiber ku Qibris wekî ya Tirkiye hatiye nîşandan. Me çi kiriba? Qibris Tirk e û dê Tirk jî bimîn e. Ez li vir bala Yunanistanê dikşînim. Bila rojên ku bapîrên wan di deryayan de jiyana xwe jidest dan, jibîr nekin! Tirkiye ya îro dikare vê yekê carek din bîne sere wan”.
Di navbeyna Yunanistan û Tirkiye de ev demek e bi taybetî aloziyên liser çendîn giravan, endamên Cemaeta Gulen ku reviyayî, girtina 2 serbazên Yunanî li Tirkiye, pirsgîrêk di navbeyna her du welatan de tên jiyandin.
C.B