Merkel: Tirkiye nikare bibe endamê YE

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel di serdana xwe ya paytexta Yunanistanê Atîna de, daxûyaniyek da û got: Tirkiyê di demek nêz de, nikare bibe endamê Yekitiya Ewrûpa (YE)

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel di serdana xwe ya paytexta Yunanistanê Atîna de, daxûyaniyek da û got: Tirkiyê di demek nêz de, nikare bibe endamê Yekitiya Ewrûpa (YE).

Merkel, di serdana xwe ya Yûnanistanê de, di derbarê Tirkiyê de got: Ew wek Almanya ti caran ligel wê yekê nebûne, ku Tirkiye bibe endamê Yekitiya Ewrûpayê.

Şêwirmenda Almanya: Di derbarê binpêkirinên Mafên Mirovan de got: Tirkiyê di warê azadiya ramanî, zordariya ser Oposizyonê û çewisandina rojnamevanan berdewam dike û ji bicîh anîna krîterên Yekitîya Ewrûpa, gelek dûr ketiye.

Merkel da zanîn: Ew ligel wê yekê ne, ku pêwendi li gel Tirkiyê hebîn, lê Tirkiye ji standartên Ewrûpa dûr ketiye. Nikare bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.

 

C.B