Nêçîrvan Barzanî: dijayetiya Amerîka ji serxwebûnê re, hevpeymantiya Kurd û Washingtonê têk nade

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtineke taybet bi kenala Fox News a Amerkî de ragihand, dijayetiya Amerîka ji serxwebûna Kurdistanê re, hevpeymanitiya dîrokî û dûrûdirêj a di navbera Kurd û Washingtonê de têk nade.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir, hîn Kurd Amerîka bi hevpeymana xwe ya sereke dibînin û hêvîdar in jî di dahatûyê de Amerîka piştgîriya xewna serxwebûna Kurd bike.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî da, Kurd ji helwesta Amerîka nîgeran bûn, ji ber ku di baweriya Kurd de ew e, nirxên ku Amerîka lê temaşe dike, heman ew nirx in, ku Kurd lê temaşe dike ne.