Karakoç: Şaredariyên HDP xizmeta gel nekirin

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Refîk Karakoç beşdarî bernameya ROJEV a Kurdistan24 bû û liser hilbijartinên herêmî, bername û hewlên hevkariyê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Refîk Karakoç beşdarî bernameya ROJEV a Kurdistan24 bû û liser hilbijartinên herêmî, bername û hewlên hevkariyê, aloziyên xebata sivîl-demokratîk, nerînên HAK-PAR anîn ziman.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan destnîşankir ku,giringiya hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê xwedî taybetmendî ye. Şaredarî, desthilata herêmî ne û derfetên xizmet ji bo gel li pêş wan e. Lê mixabin heta roja îro şaredariyên herêmê xizmeta xelkê nekirin, berovajî derfetên di dest heyî de jî nedan jiyandin. Beramber de jî, desthilatê dest danî ser şaredariyan û qeyyûm danîn, ev yek jî neheqiyek e û lidij proseya demokrasiyê ye.

Liser pirsa hevpeymanî û tifaqê di çarçoveya hilbijartinên herêmî de Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Refîk Karakoç diyarkir ku, HAK-PAR daxwaza hevkarî û hevpeymaniyê ligel partiyên Kurdistanî di proseya hilbijartinên parlementerî de jî dan pêşya xwe, lê ew yek bi sedemên cuda biser neket. HAK-PAR dê bi HDP re tifaqekê pêkneyîn e, jiber ku ezmûnên salan e diyardeya wê yekê ne ku, wê Partiyê xizmeta xelkê nekiriye û ew naxwazin vê ezmênê carek din bi HDP re nexin jiyanê de. Lê, carek din daxwaz dikin, partiyên Kurdistanî nakokiyên biçûk bidin alî û alternatîfa Kurdistanî derxin pêş xelkê bakurê Kurdistanê.

Xelkê bakurê Kurdistanê ji partiyan û rewşenbîên Kurd zêdetir xwazyarê yekrêziya Kurd in. HAK-PAR di proseya hilbjartinên herêmî de jî, dê hewldanên pêkanîna alternatîfa Kurdistanî bidomîn e û xelkê Kurdistanê bê alternatîf nahêle…