Yekîtiya Ewrûpa ligel Partiyên Kurdistanî civiya

Şand a Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtin ligel Partiyên Kurdistanî li Diyarbekrê pêkanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Şand a Ofîsa siyasî ya Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtin ligel Partiyên Kurdistanî li Diyarbekrê pêkanî.

Şand a Yekîtiya Ewrûpayê ku bi Serokatiya Ireneusz Fidos pêk dihat, ligel Partiyên Kurdistanî (PDK-Bakur, PSK, PDK-T,  PAK û Tevgera  Azadî) liser pêvajoya hilbijartinan û helwêsta Partiyên Kurdistanî bîrûrayên xwe anîn ziman.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur Sertaç Bucak di daxûyaniyek taybet ji Kurdistan24 re ragihand ku, şand a Yekîtiya Ewrûpayê nêzîkahiya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo çareseriya rastiya Kurd aniya ziman û hêviyên xwe ku, Kurdan bi yekalî di hilbijartinan de beşdarî kiriban jî pêşkeş kirin e. Ji aliyê xwe ve Partiyên Kurdistanî, liser rewşa rastiya Kurd li bakurê Kurdistanê, sekna beramberî rastiya Kurd li Tirkiye û pêşniyarên xwe yên çareseriyê jî rêz kirin e.

 

 

C.B