Amerîka ji Tirkiyê dixwaze pabendî sizayên li Îranê bibe

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîka li perawîza Lûtkeya Welatên G20 daxwaz ji Tirkiyê kir, pabendî sizayên li ser Îranê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîka li perawîza Lûtkeya Welatên G20 daxwaz ji Tirkiyê kir, pabendî sizayên li ser Îranê bibe.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîka Steven Mnuchin û Wezîrê Aborî û Xezçneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak li perawîza Lûtkeya Welatên G20 li Buenos Aires paytexta argentina civiyan û medyaya Tirkiyê ragihand, di civînê de Mnuchin daxwaz ji Albayrak kir ku divê Tirkiye pabendî sizayên li Îranê bibe.

Ev daxwaza Wezîrê Xezîneyê yê Amerîka piştî wê yekê hat, pêr şanedeke Amerîkî ku ji her du wezaretan derve û xezîneyê pêk hatibû serdana Enqerê kiribû û ligel berpirsên Tirkiyê sizayên li ser Îranê gotûbêj kiribûn.

Berî hefteyekê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu gotibû, Îran cîraneke baş e û pêwendiyên aboriyê di navbera wan de hene, ji ber wê ew ne amade ne wan pêwendiyan bibirin.

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulana bûrî de vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ya Îranê re ragihand, Washington fişarê li welatên cîhanê dike ku bi 4ê Mijdara bê re hemû girbestên petrolê yên bi Îranê re bidawî bikin.

    

S. B