Kurdistan Hişyar Sêweylî dibe Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê

Hişyar Sêweylî dibe Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê
Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê PDKê Hişyar Sêweylî

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova destpêşxeriya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bo çaksazî û guhartinên di nava dezgehên hikûmetê û organ û rêxistinên di nava PDKê de, Hişyar Sêweylî li cihê Hêmin Hewramî bû Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê PDKê.

 

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê PDKê yê berê Hêmin Hewramî

Li gor zanyariyên K24ê, ku endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî ku nêzîkî 7 salan e Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê wê partiyê bû û di wê demê de wek nûnerê partiya xwe li derveyî welat beşdarî di çendîn kongre, konferans, mîtîng û korbendên navdewletî de kiriye.

Herwiha li gor zanyariyên K24ê, Hêmin Hewramî cihê karê hat guhartin û wek Şêwirmend û Hevkarê Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi kar dike.

Hişyar Sêweylî, di sala 1956an de li Silêmaniyê jidayik bûye û sala 1981an bakalorios ji kolîja Endezyariyê li Mûsilê bidest xistiye, ji sala 1981 ta 1983an li navçeya liqa 4 li Şarezorê Pêşmerge bûye.

1984 ta 2001an çendîn berpirsayetî di nava rêxistinên PDKê de kiriye.

Sala 1993an, Master di endezyariya jêderên avê li zanîngeha Londonê bidest xistiye.

Sala 2002an bû Birîkarê Wezareta Alîkariyên Mirovî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Sala 2006an, di kabîneya 5emîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Kehrebê bû.