"Divê danûstendinên Hewlêr û Bexdayê bi çavdêriya aliyekî sêyem bin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînkî, di gotina xwe de bi helkefta roja ala Kurdistan ragihand: "Tevî têbîniyên me li ser helwestên Bexdayê beramberî Herêma Kurdistanê, lê em tekeziyê li ser encamdana diyalogê ji bo çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de dikin."
Ceifer Îmînkî got jî: "Pêwîst e diyalog û gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de bi çavdêriya aliyekê sêyemîn bin."