Şandeke PDKê bo rewşa Kerkûkê diçe Bexdayê

Biryar e di hefteya bê de şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vegera wê partiyê bo Kerkûkê û wergirtina baregehên xwe serdana Bexdayê bike. PDK dixwaze hêzên leşkerî yên Iraqê ji Kerkûkê derkevin û dosya ewlehiya bajêr vegere polîsa xwecihî ya Kerkûk.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di hefteya bê de şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vegera wê partiyê bo Kerkûkê û wergirtina baregehên xwe serdana Bexdayê bike. PDK dixwaze hêzên leşkerî yên Iraqê ji Kerkûkê derkevin û dosya ewlehiya bajêr vegere polîsa xwecihî ya Kerkûk.

Beşek ji baregehên PDKê li Kerkûkê ji zêdetirî salekê ve hatine dagîrkirin û beşek jî hatine valakirin. PDK komek mercên wê hene ji bo vegere Kerkûkê, biryar e jî di vê hefteyê de mercên xwe bidin Bexdayê.

Li gor zanyariyan, komîteyek hevbeş di navbera berpirsên PDK û Bexdayê de ji bo asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdisatanê de hatiye pêkanîn. PDK di pêngava yekem de daxwaz dike çi baregehên wê li Kerkûkê hatine dagîrkirin, bêne valakirin û radestî wê bibe.

Aliyên siyasî yên Kurdî dixwazin PDK vegere Kerkûkê û bi wan baş e ku gavên PDKê li Bexdayê destpê kiriye, lê çavê aliyên siyasî li wê ye ku rewşa ewlehiyê li Kerkûkê asayî bibe, berî her biryareke siyasî.

Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê Resûl Reûf ji K24ê re got: ”PDK partiyeke Kurdistanî ye û divê vegere Kerkûkê. Venegera wê jî ji sala bûrî ve gelek ziyan gihandiye endam û kadroyên xwe û di heman demê de desthilata Kurdî li bajêr jî hevsengî nemaye. Heger PDK û YNK bi hev re rênekevin, nakarin fişarê bixine ser hikûmeta Iraqê.”

ji bilî PDK, şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê ye, Parlemanterê fraksiyona YNKê li Iraqê Pêston Zengene dibêje: Şanda YNKê ji bo du pirsan li Bexdayê ye, yekem ji bo wergirtina posta Wezareta Dadê ya Iraqê, ya duyem jî bo asayîkirina rewşa Kerkûk.

Piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanî dibêjin, divê qonaxê de pêwîst e Kurd yek dest û yek deng bin, ji ber ku gefên DAIŞê li ser ewlehiya başûrê Kerkûkê heye.

 

S. B