Ozçelik: Civîna bi HDPê re bi erênî derbas bû

Li gor her du aliyan civîn bi erênî derbas bûye û tê çaverêkirin tifaqa Kurdistanî ya hilbijartinan berferehtir bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Serokê Partiyên Kurdistanî yên wekî PSK, PAK, PDK, PDK-T û Hareketa Azadî serdana nivîsgeha navendî ya HDPê li Diyarbekirê kirin û ji aliyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û siyasetmedar Ehmet Turk û Hevserokê KCD Berdan Ozturk û çendîn birêvebir û parlemantarên HDPê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor her du aliyan civîn bi erênî derbas bûye û tê çaverêkirin tifaqa Kurdistanî ya hilbijartinan berferehtir bibe.

Piştî civinê endamê tifaqê û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik di pêwendiyeke taybet bi K24ê re diyar kir: "Ji bo pêşwaziyê em li ser navê Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê spas dikin. Em ji bo hilbijartinê û tifaqek berfireh hatin serdanê. Dema me weke 5 partiyan tifaqa xwe ragihand me prensibên xwe yên tifaqê jî aşkere kiribû. Me gotibû yên ku van prensiban qebûl bikin em ê bi wan re tifaqê ava bikin.”

Ozçelik got jî: “Têkildarî vê mijarê de nameyek ya ku ji van prensiban pêk tê me da birêz Pervin Buldan. Di vî warî de hevdîtina me erênî ye. Hevalên HDPyî wê biryara xwe ya dawîn bi rêveberiya xwe re bidin.”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik her wiha got: "Beriya 2 rojan me digel HUDA-PARê jî hevdîtinek kiribû. Daxwaza me ew e ku ev tifaq berfireh bibe."

Şanda tifaqa Kurdistanî ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PSKê Mesut Tek û Berdevkê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî pêk hatibû.

 

S. B