OPEC berhemanîna petrolê kêm dike

Rêxistina Navneteweyî ya Welatên Berhemênerên Ptrolê (OPEC) gihişt rêkeftinê ku, rojane 800 hezar bermîl petrolê kêm pêşkeşî bazara cîhanê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Welatên Berhemênerên Petrolê (OPEC) gihişt rêkeftinê ku, welatên endam rojane 800 hezar bermîl petrolê kêmtir pêşkeşî bazara cîhanê bikin.

Komara Islamî ya Îranê, di civînê de daxwaz kir ku, biryara OPEC Îranê negre nav xwe, lê ligor agahdariyan nekariye bandorê li biryarê bigre, û biryar biser Îranê jî derbas dibe.

Ji aliyê xwe ve, tê gotin ku, Rûsya jî bi erênî xwe nêzîkî biryara OPEC dike.

Serokê Amerikayê berî civîna OPEC daxwaz kiribû ku, berhemanîn a Petrolê neyê kîmkirin, ji bo ku bandore li buhayê petrolê li bazarên cîhanî neke. OPEC di destpêka civînê de xwestibû ku rojane 1 milyon heta 1,2 milyon bermîlan kêm bike, lê liser 800 hezaran rêkeft.

 

 

C.B