Demîrtaş: Pirsa Kurdî û demokrasî pirsên sereke yên Tirkiyê ne

Namzetê HDPê bo Serokomariya Tirkiyê Selahetîn Demîrtaş di axaftina xwe ya dawî ji bo bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de da xuyakirin, pirsa Kurdî û demokrasî pirsên sereke yên Tirkiyê ne, heta ku ew çareser nebin, ti pirsa Tirkiyê çareser nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Demîrtaş di gotareke televizyonî de got, bo vê jî pêwîst e HDP di parlamentoya Tirkiyê de hebe.

Selahetîn Demîrtaş got jî, “Emê di pirsa Kurdî de tundî û çekan bi awayekî bingehîn ji holê rakin. Emê bi navendiya Parlamentoya Tirkiyê aştiyê pêk bînin. Jiber ku aştî nebe, demokrasî nebe, em nikarin ti kêşeya xwe çareser bikin. ji bo pêşxistina demokrasî û pêkanîna aştiyê jî.”

Demîrtaş got jî, “Divê HDP di parlamentoyê de hebe. Eger HDP nikare benda mezintirîn ya cîhanê ya sedî dehê derbas bike, ne tenê HDP, meşa demokrasiya Tirkiyê jî wê ziyaneke mezin bibîne. Bi vî awayî AKP dê bi aweyekî neheqî li ser 80 kursiyên HDPê rûne. Ev zerer dide aramiya Tirkiyê. Jixwe rûmeta birînên mezin girtiye, lê bi vê awayê bi temamî tune bibe.”

Biryar e sibe 24ê Hezîranê helbijartinên perlemanto û serokatiya Tirkiyê bi rê ve biçin û Namzetê HDPê bo Serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş dawî gotara xwe pêşkêş kir.

S. B