Trump ji Macron re: Ne ji Amerîka ba wê Firensî bi Almanî axivî bana

Trump bi riya Twitter a xwe ji Macron re dibêje: Pereyên NATOyê bide, yan jî nema NATO parastina we dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di nava du hefteyên derbasbûyî de, Serokê Ameîrka Donald Trump û yê Firensa Emmanuel Macron çendîn daxuyaniyên li dijî hev didin.

Berî niha Macron, Trump dilgiran kiribû dema ku daxwaza pêkanîna artêşeke taybet bi Ewropa kiribû, daku welatên Yekîtiya Ewropa ji gefên Rûsya, Çîn û Amerîka bipêarêze.

Wê demê jî Trump li ser Twittera xwe nivîsî: Daxuyaniyên Macron sivkatiyeke mezin e ji Ameîrka re û ji Ewropa re baştir e, ku pişka pereyên xwe yên NATOyê bide.

Herwiha di merasîma sedsaliya bidawîbûna Cenga Yekem a Cîhanî de, li Parîsê, bi amadebûna Trump, Macron çend caran tekezî li ser avakirina artêşekê ji bo Ewropa kir.

Îro Sêşemê piştî vegera wî ji Parîsê, Donald Trump bi riya Twitter a xwe peyamek arasteyî Macron kir û nivîsî: Emmanuel Macron pêşinyara pêkanîna artêşekê ji bo xwe dike, daku Ewropa ji Amerîka, Çîn û Rûsya biparêz e.

Trump nivîsiye: Macron dixwaze artêşekê li dijî Amerîka, Rûsya û Çînê pêk bîne, lê di Cengên Yekem û Diwem ên Cîhanî de, Almanya şerê Firensa dikir û berî ku Amerîka di wê cengê de, li dijî Almanya alîkariya wan bike, Firensiyan li Parîsê xwe fêrî Almanî dikirin.

Herwiha Trump di wê nivîsa xwe de, ji Macron re dibêje: Pereyên NATOyê bide, yan jî nema NATO parastina we dike.

N.O