Baydemîr bayê Kurdistanê li Meclisa Tirkan weşand

Baydemir destê xwe danî ser dilê xwe û bersîv da: “ Kurdistan li vir e, li vir! birêz Serok!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Rihayê yê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) di dema gengeşeyên liser bûdçeyê de, daxwaza xwe ya ku Meclis divê xwedî helwêstê hevpar ji bo her kesî be anî ziman. Got: “Ez wekî lawê Kurd. Nûnerê ku ji Kurdistanê hatî, daxwaza min ew e ku, ev cîh bibe cîhê hevpar ên Kurd û Tirkan”.

Gava Baydemîr nave Kurdistanê anî, parlementerên AKPyî nerazîbûn nîşan dan.

Seroka civînê Ayşenur Bahçelikapi ji Baydemir pirsî: “Kurdistan li kûdê ye, birêz Baydemir?”

Baydemir destê xwe danî ser dilê xwe û bersîv da: “ Kurdistan li vir e, li vir!  birêz Serok!”

Bahçelikapi bi dilgiranî got: “Hûn nûnerê Rihayê ne, ne nûnerê Kurdistanê ne”.