Kurdistan Yildirim û Barzanî pirsên hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj dikin

Yildirim û Barzanî pirsên hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim dike/ Hewlêr 8 Çile 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî civîna ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Binalî Yildirim bi beşdariya hejmarek ji wezîrên herdu welatan birêve çû. Tê zanîn jî serdana Yildirim ji Iraq û Herêma Kurdistanê re, yekem serdana di sala 2017an de ye.

Serokwezîrê Tirkiyê duh gihêştibû Bexdayê û ligel berpirsên hikûmeta federal ya Iraqê civiya bû û rêkeftineke hevbeş bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îmze kir û li ser vekişandina hêza Tirkiyê ya li Başîkê lihev kirin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk pêşwazî li serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji Iraqê re kir û ragihand, ew serdan hewlek bo aramiya navçeyê ye.