Partî daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê di bûyerên 16ê Cotmehê de dike

Firakisyona Partî: Berî niha jî me bizav kir komîteyeke lêkolînê pêk bînin, lê ew bizav neçû serî, niha jî dubare em daxwaza wê yekê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji desteya serokatiya Perlemana Kurdistanê xwest, komîteyekê pêk bîne daku lêkolînê di " Karesata 16ê Cotmehê" û rojên piştî wê de bike ku bi ser Herêma  Kurdistanê de hat.

Wê firakisyonê di nivîsekê de gotiye: "Li gorî movika (B) ji maddeya (47)an di sîstema navxwe ya Perlemana Kurdistanê de, desteya serokatiya Perleman hatiye erkdarkirin ku komîteya lîkolînê pêk bîne".

Herwiha di nivîsê de hatiye: "Bi sedema ew kareseta mezin ya ku di şazdê Cotmehê de û rojên piştî wê de bi ser Kurdistanê de hat, ku di encama wê de beşekî mezin ji axa Kurdistan hat jidestdan û xelkê wan navçeyan rastî tawanên mezin hatin û ji malên xwe û deverên xwe meşext bûn. Em ji we dixwazin biryarê bidin ji bo pêkanîna komîteyeke lêkolînê taybet bi bûyerên şazdê Cotmehê û yên rojên piştre".

Firakisyona Partî diyar kir, ku berî niha jî wê bizav kir komîteyeke lêkolînê pêk bîne, lê ew bizav neçû serî, niha jî dubare daxwaza wê yekê dike.

Zelal jî kir, pêkanîna wê komîteyê bûye xwesteka xelkê Kurdistan û ya gellek hêz û aliyan, lewra dem hatiye desteya serokatiyê bi "Berpirsatiya xwe ya dîrokî" rabe.

Roja 16ê Cotmeha sala 2017an, bi hevkariya çend berpirsên xuyayî, bajarê Kerkûkê û beşekî mezin ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ji aliyê çekdarên Heşdê û hêzên Iraqî ve hatin dagîrkirin û di encamê de gellek kes meşext bûn, heya niha jî aramî li wan navçeyan peyda nebûye.

Herwiha piştî 16ê Cotmehê, cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ragihand, ku "Berpirsatiya karesatên Kerkûk, Xurmatû û hemû ziyanên canî û madî û manewî yên gelê me, di stiwê wan nezanan de ye ku di nav YNKê de ne".

N.O

Nivîsa firakisyona Partî ji bo pêkanîna komîteya lêkolînê
Nivîsa firakisyona Partî ji bo pêkanîna komîteya lêkolînê