Artêşa Iraqê al û sembolên PKKê li Şingalê tîne xwarê

Hêzên ewlkariyê yên Iraq li navçeyên Şingalê dest bi operasyonekê kir û al û sembolên PKKê û hêzên din yên ser bi wê ve li ser rê û avahiyan anîn xwarê û çend çekdarên nêzîkî PKKê jî girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ewlkariyê yên Iraq li navçeyên Şingalê dest bi operasyonekê kir û al û sembolên PKKê û hêzên din yên ser bi wê ve li ser rê û avahiyan anîn xwarê û çend çekdarên nêzîkî PKKê jî girtine.

Peyamêrê K24ê li Şingalê da zanîn, îro danê sibê hêzên Iraqî li nav bajarê Şingalê dest bi daxistina alên PKKê û wêneyên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û alên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li ser rê û avahiyên bajêr kirine.

Herwiha got jî, hêzên Iraqî 7 çekdarên hêza Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) desteser kirin û her cilek ku hîmayên PKKê pê ve hebin qedexe kirin.

Tîma K24ê hewl da ku wêneyên wê operasyonê bigire, lê hêzên Iraqî rê neda ku ti wêneye bê girtin.

Destpêkirina vê operasyona li Şingalê, piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Serowezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tê, ku li ser derkirina hêzên PKKê ji wê navçeyê axivîn.

Ev reftara hêzên Iraqî di demekî de ye, ev çend roj in Tirkiye gefa encamdana operasyona serbazî li dijî hêzên PKKê yên li devera Şingalê dixwe.

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû, ku heger Hikûmeta Iraqê nikaribe PKK ji Şingalê derxîne, wê Tirkiyê dest bi operasyonekê li dijî PKK li Şingalê bike û got: "Sebra me beramberî Şingalê nemaye û li dijî PKKê emê her karekî bikin".

Duh jî, Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag da xuyakirin, li gor agahiya wan, artêşa Iraqê di du rojên bûrî de rojhilat û rojavayê Şingalê kontrol kirine û ew li bendê ne ku bi tevahî PKK ji Şingalê bê derxistin.

 

S. B