Mihemedê Hecî Mehmûd: Referandum bûye dêkomêntek ku nayê hilweşandin

Hecî Mehmûd: Ne bi dadgeha federal a Iraqê û nejî bi piştgukirinê ji aliyê welatên xwedî berjewendî weke Amerîka, referandum nayê hilweşandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Sikirtêrê Hizba Sosyalîst Dîmukrat a Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd, di peyamekê de derbarê biryara dadgeha federal a Iraqê ya li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand: "Referandum bûye dêkomênteke bihêz ji xelkê Kurdistanê re, tenê cemawerên Kurdistanê dikarin encamên referandumê hilweşînin."

Di peyama xwe de Mihemedê Hecî Mehmûd gotiye: "Ne bi dadgeha federal a Iraq û nejî bi piştgukirinê ji aliyê welatên xwedî berjewendî weke Amerîka, referandum nayê hilweşandin, ji ber ku referendum ji xelkê Kurdistanê re bûye dêkomêntek ku nayê jinavbirin û tenê cemawerên Kurdistan karin encamên wê hilweşînin, heger neyar û nehezên cemawerên Kurdistan tev dadgeha federal a Iraqê, karibin bicîkirina piroseyê dûr bixin, lê bêguman ewê nikaribin piroseyê hilweşînin, ji ber ku referandum bûye dêkomênteke dîrokî ya Herêma Kurdistan, ne bi tenê hikûmeta Iraq, her kes û aliyek û nehezek, bi wî xweş be ayn na, her wê encamên referandumê bên çespandin".