Li Minbicê 7 şervan di êrîşekê de hatin kuştin

Li bajarê Minbic û di encama êrîşekê de 7 şervanên erkên xweparastinê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Minbic û di encama êrîşekê de 7 şervanên erkên xweparastinê canê xwe ji dest dan.

Encûmena leşkerî ya Minbic ragihand, şeva bûrî êrîşek ji aliyê girûpeke çekdar ve li ser rêbendeke wan li destpêka bajêr pêk hat û di encamê de 7 şervanên wan canê xwe ji dest dan û 3 şervanên din jî birîndar bûn.

Tevî şikestina DAIŞê li rojhilatê Firatê ji aliyê HSDê ve, lê fermandarên HSDê amaje bi wê yekê dikin ku şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye, ji ber ku hîna şanên nivistî li deverê hene.

Tê zanîn ku ev zêdî carekê ye xalên leşkerî li bajarê Minbic rastî êrîşan tên. Di 16ê Çileya îsal de jî  leşkerên Amerîkî li Minbicê rastî teqînekê hatin û di encama wê de 4 leşkerên Amerîkî Amerîkî ligel 19 kesên din canê xwe ji dest dabûn.

 

S. B